Gulên Şoran, Li Pey Qedereke Winda
Gulên Şoran, Li Pey Qedereke Winda
Dema weşanê: Adar 21, 2019, 10:37 Dîtin: 1423

Pirtûka Gulên Şoran, Li pey qedereke winda bi destên nivîskar Eta Nehayî hatiye nivîsandin di sala 1995’an de li Tebrêzê. Çapa yekemîn bi Kurmancî di sala 2012’an de bû. Ev roman çîroka mirovekî bi navê Las vedibêje. Li ser rewş û bûyerên ku li gundê Baneyê diqewimin tîne ziman.

Kurtî (Summary):

 

Las nuxuriyê Wisû Axa ye. Ji malbata xwe rojekê vediqete û nema tu agahî li ser tên dîtin. Xelk û xizmên Wisû Axa şîneke bo wî jî çêdikin û tê belav kirin ku Las miriye. Piştî 15 salan Las vedigere gundê xwe. Hemû cih û xanî heman ên berê ne, lê tenê gelê wir hatiye guhartin. Las diçe mala xwe û dê û bavê xwe dibîne. Wekî roja jidayîkbûna Las şer li Baneyê diqewime. Las tivinga xwe davêje ser milê xwe û wekî têkoşer li hember dagirkerên rûs disekine. Di navbera Xanzadê (jina Las) û Ferxe (birayê Las) gelek nêzîkbûn çêdibe. Ber ku ne Xanzadê û ne jî Ferxe bawer dikirin ku Las ê rojekê vegere. Şer û nekokî di wê malbatê de diqewimin û kes dilrûniştî namîne. Dadger (kurê Las) biçûk e û rojekê dixwaze bavê xwe bibîne. Lê bavê wî vêga ji gund derketiye û ti kes nizane li kû derê ye. Piştî pir gerîn li gundên nêzîkî Baneyê, li kêleka gundekî kalemêrekî dibîne. Jê pirs dike ku ti kes bi şêweya bavê wî dîtibe. Ew kalemêr jê re vedibêje ku eger ew ne bi lez be, wê ew kesê ku Dadger lê digere ji gund derkeve. Piştî çend xulekan kesek di sindirîkekê de ji gund derdikeve. Êdî agir dikeve dilê Dadger ku ew bavê wî be. Dema digihîjin rexa wan, Dadger dibîne ku ew Las e, bavê wî ye. Lê ji cihê xwe nalive. Bi wî awayî dimîne û  Las mirî di sindirîkê de tê ji wir birin.

 

Lêwergirtin:

"- Ew kî ye?

Las, kurê vê malê.

Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi diwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê çaran şikestîbû. Ya yekê di hêla di navbera erd û diwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe:

- Ev zilamê xwar û zirav kî ye?

- Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.