Kurtkirina ketiye navbera kurmancî û soranî
Kurtkirina ketiye navbera kurmancî û soranî
Dema weşanê: Hêzîran 9, 2019, 5:49 Dîtin: 720
Dembaş hêjano
Çend helwestên min hene li ser kurtkirinan û cudahiya navbera Kurmancî û Soranî de.
Tîpa D:
Di pir cihan de tê ber çavan çawa mirov vê tîpê dadiqurtîne û bilêv nake.
Bo mînak, ku çawa Soran ev tîp hêştine, lê Kurmancan xwariye:
Kirin / kirdin
Zerd / zer
Yan jî çawa Kurmanc li ser mane, lê Soranan xwariye:
Etirsim / ditirsim
Elêm / dilêm (dibêjim)
 
Tîpa N jî wekî ya me li ser axivtiye.
Di kurmancî de bo pirjimarî:
Dara / daran (Ez ji dara hez dikim)
 
Di nav cinavkan de jî carna tê xuya kirin
M tu nedît
Bavê m (mi) ne li mal e
 
Di soranî de ketiye nav rêziman jî (gor nirîna min)
Çawim / Çavê min
Ezîzim / Ezîzê min
 
 
Bi ya min be, bo çêkirina zimanekî standard divê ev tîp cihê xwe bigrin û neyên xwardin.