Kadiz
Kadiz
Dema weşanê: Gulan 31, 2019, 5:23 Dîtin: 1529
Di Kadizê (Rêka Şîrî) de bêhtirî 200 milyar stêrk heye, û gaz û toza tê de jî têra çêkirina milyarin din jî heye.
Kadiz temenê xwe nêzî temenê gerdûnê ye. Temena gerdûnê dorî 13.7 milyar sal e û temena kadizê jî li dora 13.6 milyar sal e.
Timî di livîn û lebitînê de ye. Kadiz ligel her tiştekî din di gerdûnê de dilive. Zemîn li dora rojê dizîvire û roj li dora kadizê û her wiha kadiz di gerdûnê de jî dilebite.
Kadiz pergî komstêreke bi navê Andromeda'yê diçe û dê piştî 4 milyar sal li hev kevin. Piraniya stêrnasan dişitirin ku komstêra Andromeda dê komstêra me daqirtîne û ew ê biserkeve û jiyana xwe bidomîne.