Gotar

Kurdên binavkî

Baran Bîrdoz 1,884 Xwendin

Ey kurdê binavkî...!
Xwe binase berî ku tu bêjî ez kurd im
Ne tenê bi ala Kurdistanê xwe bixemilîne
Ne tenê bi gotina HERBIJÎ û ne tenê bi cejna Newrozê.
Bizan ku çima Newroz heye
Çawan çê bû?!
Dîrok û mêjûya xwe binase
Bizan ku tu kurê kê yî, kî bavê te ye û tu torin û neviyê kê yî.
Şermeke pir mezin e ku tu ji welatê xwe ji bilî al û nav tu tiştî dinn nizanî
Ev e Şerefname. Şerefa me kurdan e
Tê de hatiye nivîsandin ku tu kî yî
Bixwîn pirtûkên kurdî
Hewl bide ku zimanekî me yekkirî hebe, ne sed zarava
Bes e morisî û qûngiranî...

Şîrove